Rewşa aborî dibe sedemeka sereke ji hejariya welatiyan li Kurdistana Sûriyê ,ku roj bi roj ber alozbûnê ve diçe, û nexasim piştî biryara “119” ya diho 17 ê ,Gulanê ,hatî destnîşankirin ji aliyê rêveberiya xweser ya PYDê ve
derbarî bilindkirina nirxê madeyên sotemeniyê bi rêjeyeke buha û herwiha ev biryar bû cihê pirsgirêk û nerazîbûna hemwelatiyan li seranserî herêmên kurdî ..
Û herwiha ji ber vê yekê îro li bajarê Qamişlo û Girkê Legê û deverên dî mangirtin û xwepêşandan hatin li darxistin û dukan hatin girtin û kar rawestiya ….
Û di vê derbarê de welatiyek ji nava xwepêşandana Qamişlo li bazara Navendî ji malpera me ya ENKS ê re ragihand û got:
” ev xwepêşandan li dijî bilindkirina nirxê sotemeniyê û ev mangirtin wê berdewam be ta biryar were standin derbarî biryara 119 ya hatî destnîşankirin derbarî bilindkirina nirxê sotemeniyê ,
ku bi timamî were rakirin û çareseriyek jê re were dîtin , ku xelk bi zehmetî debara jiyana xwe ya rojane dikin û di rewşeke aloz de derbas dibin” ..
Her wiha tê zanîn ku nirxê sotemeniyê bi vî awayî hatibûn destnîşankirin:
– Buhaya mazota baş 400 lêreya Sûrî.
– Buhaya gaza şil 300 lêreya Sûrî.
– Buhaya mazotê ji Zivistanê û çandiniyê 250 lêreya Sûrî.
– Buhaya mazotê ji bo nivîsgehên pêşesazî û xizmetguzariyê 300 lêreyên Sûrî.
– Buhaya tupa (Pitila) gaza malê 8 hezar lêreyên Sûrî.
– Buhaya benzîna baş 65.5 sentên Emerîkî ye.
– Buhaya mazota baş 400 lêreya Sûrî.
Û bê goman ev biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê bû cihê pirsgirêkeke pir mezin li cem welatiyan..
Ragihanda ENKS ê
Raport: Hêvî Delî