المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dirbêsiyê: Donima zevî 10 k jê hat û piraniya zeviyan tê firotin ji bo xwediyên sewalan..

0 81

Ji ber ziwabûnê û kêmbûna baranê îsal li herêmên Kurdistana Sûrî, piraniya zeviyan nehatin çinîn û çotkaran ew firoştin ji bo xwediyên sewalan.

Di derbarê vê yekê de, çotkarekî ji gundewarên bajarê Dirbêsiyê bi navê bavê Telal, ji R-ENKS re ragihand û anî ziman:” min zeviyên xwe nefirot, lê min Derase anî û çinî û di encamê de her donimek 10 k genim jêhat û ew genim jî pir xerabe “.

Herwiha cotkar got jî:”Bi rastî xelkê yên ku debara wan li ser çandiniyê ye rewşa wan pir zehmet e, û dê bi çi awayî tovên zeviyên xwe ji bo sala bê tabîn bikin, û ez di riya malpera we de bangeweziya hemû rêxistinên cîhanî dikim, ta ku alîkariya me bikin.

Herwiha çotkarekî din bi navê Bavê Îbrahîm jî ji malpera me re axivî û anî ziman:”Heke ti alî alîkariya me neke ji aliyê piştgirtiya çandiniyê wê sala bê de piraniya zeviyan nayê çandin, ji ber ku rewşa cotkaran pir xerab e.

Hêjayî gotinê ku deverên kurdî gelek aloziyan curbicur dikşînin di bin siya rêveberîya PYD’ê nexasim yên girêdayî jiyana rojane ya hemwelatiyan yên herî girîng ev in ( xaza malê, nan, sotemenî, bihabûn, av)..

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.