المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA ASAYÎ YA ŞAXÊN BI SER WÊ VE LI DARXIST..

0 67

Di roja Sêşemê 18.5.2021ê de,encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya asayî ya şaxên bi ser wê ve li darxist.

Di derbarê naveroka civatê de,seroka xwecihiyê M.Wezna Osê, ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Îro di roja sêşemê 18ê gulanê de,me wek xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê civîna asayî ya şaxên bi ser wê ve li darxist û me mijarên giring bi hev re gengeşekirin.
Herwiha rewşa rêxistinî hat gengeşekirin û tekezî li ser firebûna şaxê bajar û gundan hat kirin .

Û di derbarê wê de,me wek seroka xwecihiyê spasiya hemû endamên beşdar kir li ser berdewamiya wan li ser kar û xebata piroja netewî ya ku ENKSê xwe dike xwediyê wê li Kurdistana Sûrî”.

Herwiha Osê got jî:

“Civat rawestiya li ser hemû bûyerên siyasî yên nû li ser qada Sûriya bi giştî û li Kurdistana sûriyê bi taybet.

Û civat bi awayekî berfereh rawestiya li ser danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de û di derbarê wê de tekezî li ser giringiya berdewamiya van danûsitendinan hat kirin”.

Herwiha ji aliyekî dî jî, cêgerê serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef,rawestiyan li ser hevdîtinên şanderê Emrîkî bi destaya serokatiya ENKSê re,û hevdîtina Emrîkiyan bi serkerdeyên herêma Kurdistana başûr re .

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa aborî û estengiyên jiyanê di vê qonaxa hestiyar de, ya ku gelê me têde derbas dibe,bihabûna nirxê dolarê Emrîkî li beramberî lêreya Sûrî û bilindbûna nirxê hemû coreyên Sûtemeniyê (Mazot,Benzîn,Gaz û xaz) ji aliyê rêveberiya bi ser PYDê ve,Û civatê bi tindî ev biryar şermezar kir.

Her wiha,hemû mijarên giring ,ji aliyê hemû endamên beşdar hatin şirove û gengeşekirin bi awayekî zelalmendî.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.