المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYÊN HESEKÊ 17 YEMÎN SALVEGERA SERHILDANA 12Ê AVDARÊ ROJA PAKREWANÊN KURD VEJANDIN.

0 80

Di roja înê 12ê avdara 2021ê de,herdu encûmenên xwecihî yên bajarê Hesekê yên bi ser ENKSê ve,salvegera 17 yemîn ya serhildana Qamişlo ya 12ê avdara 2004an (Roja Pakrewan an) vejandin.

Herwiha herdu xwecihiyên Hesekê serdana goristanên pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo û pakrewanên Pêşmergên leşgerên Roj yên herêma Hesekê kirin.

Herwiha serdana goristanên van gundan kirin : (Sîcwa,Şema,Çolmê Gabara,Xirbê Kurima û Barûdiyê)

Herwiha beşdarbûyan 5ê xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanan rawestiyan û baqên gulan danîn li ser gorên wan.

Herwiha gotina emîndariya giştî ya ENKSê jî hat xwendin di derbarê vejandina helkefta roja pakrewan de bû.

Herwiha di gotina emîndariya giştî ya ENKSê de,giringiya serhildana 12ê avdarê û rola wê ji bo doza gelê kurd diyar dikir.

Herwiha helwesta herêma Kurdistana başûr û cenabê serok Mesûd Barzanî ku piştevaniya gelê kurd û dengê serhildanê dighand civaka navdewletî .

Herwiha di daxuyaniyê de,rola erênî ya revenda kurd li welatên jiderve ku fişara li rêjîmê kirin .

.Û tevgera kurdî ya siyasî li Kurdistana Sûriya, roja 12ê avdarê kirin roja pakrewanan.

Herwiha ji aliyekî dî jî,hemû malbatên pakrewanan yên beşdar spasiya ENKSê kirin di derbarê xwedî liderketina pakrewanan.

Wek tê zanîn piştî serhildana 12ê avdarê sala 2004,an ku tê naskirin bi (Serhildana Qamişlo) ev roj  li Kurdistana Sûriye bûye roja pakrewanan .

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.