المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BI BONEYA 17 YEMÎN SALVEGERA SERHILDANA QAMIŞLO , NÛNERTIYA ENKSÊ LI ISTENBOLÊ ROJA PAKREWANÊ KURD VEJAND.

0 83

Wek tê zanîn piştî serhildana 12ê avdarê sala 2004,an ku tê naskirin bi (Serhildana Qamişlo) ku li Kurdistana Sûriye bûye roja pakrewanê kurd.

Di roja înê 12ê avdara 2021ê de,nûnertiya ENKSê li Istenbolê,salvegera 17emîn ya serhildana Qamişlo ya 12ê avdara 2004an (Roja Pakrewan) vejandin.

Herwiha nûnertiya ENKSê li Istenbolê li pêşiya navenda nûnertiyê 5 xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanên serhildana Qamişlo yên 12ê avdara 2004an rawestiyan.

 

Li gorî biryara ENKSê ji bo vejandina bîranîna roja pakrewanên 12ê avdarê li seranserî xwecihiyên bi ser ENKSê ve,gelê kurd pênc xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanên serhildana Qamişlo yên 12ê avdara 2004an radiwestin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.