المجلس الوطني الكوردي في سوريا

17 YEMÎN SALVEGERA PAKREWANÊN SERHILDANA QAMIŞLO JI REXÊ XWECIHIYA AMÛDÊ HAT VEJANDIN..

0 80

Îro di roja înê 12ê avdara 2021ê de,encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve,17emîn salvegera pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo “Roja Pakrewanan”li pêşiya ofîsa xwecihiyê li bajarê Amûdê vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û alîgirên ENKSê yên bajarê Amûdê û gundewarên wê.

Di destpêkê de,hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê xwecihiyê û piştre 5ê xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanên serhildana Qamişlo yên 12ê avdara 2004an û yên Kurd û Kurdistan û bavê netewa kurd Barzaniyê nemir rawestiyan.

Herwiha pîştî rawestandina 5ê xulekên bêdeng  li ser giyanên pakrewanên 12ê avdarê ,

gotina emîndariya giştî ya ENKSê hat xwendin ji aliyê Cîgerê serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Hac Qasim.

Û piştre,spasiya hemû beşdaran kir li ser beşdarbûn û wefadariya wan ji bo pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo.”Roja Pakrewanan”

Herwiha hemû beşdaran berên xwe dan goristana Şermola li bajarê Amûdê û baqên gulan danîn li ser gorê pakrewanan.

Wek tê zanîn piştî serhildana 12ê avdarê sala 2004,an ku tê naskirin bi (Serhildana Qamişlo) ku li Kurdistana Sûriye ev roj  bûye roja pakrewanan .

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.