المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA TIL TEMIR PIŞTÎ ŞEWITANDINA OFÎSA WÊ YEKEM CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI OFÎSA XWE LI DAR DIXE.

0 82

Nêzîkî meh û nîvek piştî şewitandina baregeha xwecihiya Til Temir yekem civîna xwe li baregeha xwe ya li bajarokê Til Temirê li dar dixe

Xwecihiya Til Temir ya bi ser ENKSê ve,Civîna xwe ya asayî di roja Pêncşemê, 2.6.2022’an de, piştî meh û nîvekê piştî şewitandina baregeha xwecihiyê ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve, li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê nemir Barzanî û ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Piştre di civînê de girîngtirîn xalên di lîsta kar de, hatin nirxandin.

Herwiha civat di rewşa siyasî de, pêşhatên dawî yên siyasî li warên navxweyî, herêmî û navdewletî hatin gotûbêjkirin, bi taybet gefên Tirkiyê yên nû ji bo êrişa ser Kurdistana Sûriyê, dagîrkirina bajar û bajarokên din û bombebarankirina hin deveran.

Di derbarê rewşa rêxistinî de, raporta ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hate xwendin û civatê tekezî li ser berdewamiya xebat û tekoşîna di nav girseya kurd de, tevî şewitandina ofîsê û astengî û gefan hat kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.