المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ PÊŞWAZIYA ŞÊX MURŞID MIHEMED MEHŞÛQ XEZNEWÎ kir.

0 66

Di roja Çarşemê 1.6.2022’an de, Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya Şêx Murşid Mihemed Mehşûq Xeznewî li gel Dr.Ebdilbaqî Kolo û Dr. Fadil Mehmûd li baregeha xwe ya li Hewlêrê kir.

Şande ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve, hatin pêşwazîkirin.

Herwiha Her du alî li ser rewşa giştî û siyasî ya kurdî bi taybetî û li ser rewşa penaberên kurdên Sûriyê axivîn.

Şêx Murşid herwiha bi taybetî bal kişand ser rewşa penaberên ku li Ewropayê dimînin, zêdebûna hejmaran û hêsanbûna adaptasyona bi civaka Ewropî re û tirsa xwe ji windakirina nifşê nû yê kurd di civaka Ewropî de û dûrketina ji hawirdora wê ya kurdî nîşan da.

Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.