المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN

0 61

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja îniyê 3.6.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.Di derbarê wê de,civat bi awayekî berfireh li ser rewşa şaxên bi ser xwecihiyê ve rawestiyan.

Û piştre serokê xwecihiyê M.Umer Emo behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê de kir.

Tiştê ku herêm tê re derbas dibe di warê pêşhatên navdewletî û navçeyî û şopandina hemû rewşa Sûriyê û gefa Tirkiyê ya şer û dagîrkirina navçeyên din ên Kurdistana Sûrî hatin kirin.

Herwiha civatê rewşa ENKSê ji hemû aliyn ve gengeşe kir

Herwiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her M.Idrîs Şêx Xelef wek serokê encûmena xwecihî li Dirbêsiyê, û M.Elî Fetah û xanim Wezna Osê wek cîgirên wî hatin hilbijartin

Di dawiyê de,serokatiya Encûmenê spasiya endamên Encûmenê û hesta berpirsyariya wan kir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.