المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Sinceqê civîna xwe ya asayî li darxist..

0 73

Encûmena xwecihiya “Sinceqê” ya bi ser ENKS ê ve, civîna xwe ya asayî li darxist û ev yek bi hezirbûna serokê xwecihiyê û herwiha bi amadebûna piraniya endaman.

Û di civînê de xalên giring derbarî rewşa rêxistinî û siyasî hatin gengeşekirin.

Û her di derbarî naveroka vê civînê de serokê xwecihiyê ji malpera ENKS ê re ragihand û got:

” di vê civatê de bi giştî li ser rewşa siyasî li Sûriya û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana sûriyê hat axiftin”.

ji rexekî dî ve civat tekes kir li ser hevdîtinên ENKS ê bi şanda Emerîkî re û herwiha ser berdewamiya danûstandinan û gihiştina nerîn û encamên serkeftî di navbera herdû aliyên kurdî de ..

Û ji aliyekî dî ve ser rewşa xwecihiyê ji aliyê rêxistinî ve baş rawestiyan derbarî pabendî li ser firehkirin û avakirina şaxan yên bi ser xwecihiyê ve goftûgokirin…

 

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.