المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qûştepe.. Salvegera yekemîn a şehadeta Pêşmerge “Ebas Seydo” hat vejandin..

0 87

roja pêncşemê “27” Gulanê, Dezgeha malbatên şehîdên Kurdistana – Sûriyê , û rêxistina Roj a PDK-Sê şaxê Qûştepe, Yekemîn salvegera şehîdbûna pêşmerge ” Ebas Seydo ” vejand bi serdana gora wî li goristana Qûştepe.,

Û ev yek bi beşdarbûna kesayetên siyasî û malbat û kesûkarên wî ..

 

Û herwiha di derbarê vê salvegerê de gotina dezgeha malbatên şehîdên Kurdista- Sûriya ji aliyê “Bavê Helebça ” ve hate xwendin, û Birêz “EbdelEzîz Serhan”, gotina rêxistina Roj a PDK-Sê, şaxê Qûştepe pêşkêş kir..

 

Û tê zanîn ku pêşmerge ” Ebas Seydo”, sala “1976” li gundê ” Hebîs”, ê bi ser navçeya Tirbespiyê ve li Kurdistana Sûriyê jidayîk bûye , û ji niştecîhên kampa Qûştepe bû ya penaberên Kurdistana Sûriyê, û herwiha xêzandar bû û bavê 4 zarokan bû, û di “28” sibata “2017an” tevlî nava rêza pêşmerge bû yên leşkerê roj..

 

Û hêjaya were gotin ku pêşmerge ” Ebas Seydo”,di “27/5/2020an, çû ber dilovaniya xwedê , û li goristana kampa Qûştepe bi xakê hat spartin..

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.