المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVDÎTINEK DI NAVBERA PARTIYA YEKÎTÎ SIRYANÎ Û ENKSÊ HAT LI DAR XISTIN..

0 84

Îro di roja çarşemê 26ê  Gulanê de, şandek ji partiya Yekîtî Siryanî bi serokatiya serokê hevbeş Senehrîb Bersûm û bi rêz Efram Ishaq endamê desteya cîbicîkirinê û bi rêz Rêbal endamê partiyê serdana baregeha ENKSê kirin li bajarê Qamişlo.

 

Herwiha şanda partiya Yekîtî Siryanî hatin pêşwazîkirin ji aliyê serokatiya ENKSê, Fêsel Yûsif, Mihemed Isma’îl, Silêman Oso û Nimet Dawid.

Di derbarê naveroka vê hevdîtinê de

M.Fêsel Yûsif, endamê desteya serokatiya ENKSê ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman: “Ev hevdîtin ne cara yekem e, bêtir ev hevdîtin ji bo têkiliyên baş û xweştirîn di navbera me û wan de, wek du pêkhatiyên di herêmê de çêbibin”.

Herwiha Yûsif got jî: “Di vê hevdîtinê de, em her du alî rawestiyan li ser gelek bûyer û pêşketinên siyasî yên herî dawî û pirsgirêkên çêbûne li ser qada Sûrî bi giştî û bi taybet a herêmê.

Û di derbarê wê de, tekezî hat kirin li ser giringiya dosa gelan li Sûrî, wek gelê Kurd û gelê Siryanê Aşûr û hemû pêkhatiyên din ta bighên çareseriyek siyasî ya dawî li Sûrî, û divê em her du alî bi hev re alîkar bin ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan li seranserî Sûrî û bi taybet li herêmên me”.

Herwiha di dawiya civatê de, her du aliyan tekez kirin li ser berdewamî û giringiya van hevdîtinan.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.