المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN.

0 90

Encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwecihiya Qamişlo ya taxa Kornîş û navîn ya bi ser ENKSê ve, di roja Îniyê 1.7.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de, serokê xwecihiyê birêz Ebdurihman Mihê bixêrhatina hemû endaman kir û kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan, û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Û piştre behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê de kir.

Tiştê ku herêm tê re derbas dibe di warê pêşhatên navdewletî û navçeyî û şopandina hemû rewşa Sûriyê û gefa Tirkiyê ya şer û dagîrkirina navçeyên din ên Kurdistana Sûriyê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.