المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Girkê Legê ya ENKS ê civîna xwe ya asayî li darxist

0 88

Encûmena xwecihiya Girgê Legê ya bi ser ENKSê ve , îro înê 1/7/2022″an, civîna xwe ya normal li darxist, û ev yek bi amadebûna serokê xwecihiyê û bi hazirbûna piraniya endaman..

 

Di destpêkê de bi xêrhatina hemû endaman hate kirin ji aliyê serokê xwecihiyê Birêz ” HISÊN bavê Îmad” û piştre xuleke bê deng ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir hat rawestandin ..

 

Û piştre rapora ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî ji aliyê serokê xwecihiyê ve hate xwendin û şîrovekirin..

 

Û herwiha di civînê de çendîn mijarên rêxistinî û siyasî li ser hemû astên kurdî li kurdistana Sûriyê hatin gotûbêjkirin ..

Û her di çarçoveya naveroka vê civînê de M,EbdulKerîm Bavê Luqman ” endamê ofîsa siyasî ya PDK-Sê ,bi giştî babetên giring ser bûyer û pêşhateyên herî dawî yên siyasî li deverê û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê bi awayekî berfireh behiskir …

Û beşdaran di civatê de baş rawestiyan li ser rewşa rêxistinî ya xwecihiyê û herwiha rola xwecihiyê û çawaniya pêşketin û aktîvkirina wê de behiskirin..

Û ji rexekî din ve civîn rawestiya ser gefên Tirkiyê derbarê encamdana oprasiyoneke leşkerî nû li ser Rojavayî kurdistanê û bandora wê ser rewşa aborî ya deverê….

Û herwiha di heman civînê beşdaran nerîn û pêşinyarên xwe ser li darxistina kongirê ENKSê bi awayekî berfireh danaxuyakirin..

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.