المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şîna xebatkarê kurd” Ismaîl Hac Hesen ” li Duhokê hate li darxistin..

0 91

Roja înê 1ê tîrmeha 2022an, kesayetiyê niştîmanperwer û xebatkarê kurd ” Ismaîl Hac Hesen ” li parêzgeha Duhokê koça dawî kir…

Û tê zanîn ku termê xebatkarê kurd ” Ismaîl Hac Hesen ” li goristana Misîrîkê ya bi ser Duhokê ve bi xakê hat spartin…

Û herwiha îro roja şemiyê 2ê Tîrmeha 2022an, merasîmên şîna ” Ismaîl Hesen ” li komelgeha War City a derdora Duhokê hate bi rêva birin..

Û hêjaya were gotin ku kesayetiyê niştîmanperwer û xebatkarê kurd ” Ismaîl Hac Hesen ” ji daykbûna sala 1960an, li gundê Kêşikê yê bi ser navçeya Dêrikê li kurdistana Sûriyê , .

Û kesayetiyekî hezkiriyê rêbaza Barzanî bû û di zaroktiya xwe de tevlî nava refên partî bibû , û bi dilsozî kar û xebata xwe berdewam dikir…

Û di 1ê tîrmeha 2022an bi sedema nexweşiyê di nexweşxaneyê de koça dawî kir…

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.