المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Şehîd Nesredîn Birhik civîna xwe ya asayî li darxist

0 67

Encûmena xwecihiya Şehîd Nesredîn  Berhik a bi ser ENKSê roja çarşema 4ê Gulana 2022an, civîna xwe ya normal li darxist û ev yek bi amadebûna piraniya endaman…

Û di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir…

Û piştre rapora ofîsa karûbarên encûmenên xwecihiyan hate xwendin û şîrovekirin…

Û herwiha di civatê de babet û mijarên giring yên rewşa siyasî rêxistinî gengeşekirin..

Û di civînê de derbarê rewşa siyasî li Sûriyê û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê gotûbêjkirin..

Û her di civatê de ser şerê Rûsiya li Ukraniyê û bandora vê qeyranê li ser cîhanê bi tevahî behiskirin..

Û endaman di civînê de derbarê mijara şewtandina Ofîsên encûmena niştîmaniya kurd li Sûriya û partiyên bi ser wê ve û girtina endam û alîgirên wê rawestiyan….

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.