المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Yekîtî kurdistanî Sûriya serdanda serokê Eniya Aştî û Azadiyê kir …

0 62

Roja çarşemê 4ê Gulana 2022an, Şandek ji serkirdayetiya partiya Yekîtî kurdistanî – Sûriya, serdanda serokê Eniya Aştî û Azadiyê li gundê Til Xezal ya bi ser navçeya Girkê Legê kir..

Û herwiha ev şanda PYK-Sê ji aliyê Şêx Ehmed Elcerba ve hatin pêşwazîkirin..

Û di vê serdandê de şanda Yekîtî pîrozbahiyên germ arasteyî Şêx Ehmed Elcerba kirin bi helkeftina Cejna Remazanê û nûkirina serokatiya wî ji Eniya Aştî û Azadiyê ..

Û her du aliyan di vê serdanê de tekezî li ser giringiya pêwendiyên dualî kirin ,û herwiha li ser giringiya avakirina Eniya Aştî û Azadiyê û aktîvkirina ofîsên girêdayî wê ve kirin..

Û ji rexekî dî ve her du aliyan li ser giringiya aramiya civakî li herêmê û parastina peywendiyên dîrokî yên ku pêkhateyên herêmê komdike taybet di berdewamiya kirîza şer li Sûriyê…

Û di heman serdanê de ser behsa pêşveçûnên her dawî yên rewşa siyasî li deverê û zehmetiyên milet têde derbas dibe kirin ….

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.