المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Şehîd Nesireddîn Birhik ya Çilaxa Serokekî nû û 2 Cêger helbijartin di Civîna Asayî de ..

0 59

Diho roja înê “2” ê,cotmeha “2020” encûmena xwecihiya ÇilAxa civîna xwe ya asayî li darxist û ev yek bi amadebûna piraniya andaman.

Û Di destpêkê de xulekek bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û piştre li ser rewşa rêxistinî û siyasî rawestiyan û têde xalên giring hatin gengeşekirin.

Û herwiha raportên civînên şaxên bi ser xwecihî ve hatin xwendin û gotûbêj kirin.

Û di derbarî naveroka vê civînê de M,”Behzad Murad” cîgirê serokê xwecihiyê ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :

”  civata me ya asayî bû û li ofîsa xwecihiyê hate li darxistin û bi firehî li ser rewşa rêxistinî ya xwecihiyê baş rawestiyan”.

Û herwiha berdewam kir :

“di civînê de rewşa siyasî jî axifîn û li ser danûstandinên di navbera aliyên kurdî de encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de gengeşekirin.

di civînê de li ser serdana Aniya aştî û Azadiyê ji bo Moskoyê axifîn”.

di  vê civînê M,”Elî Ferso ” ji bo serokê xwecihiyê hat hilbijartin, û herwiha her yek ji M,”Behzad Murad ” û M,”Mihemed Emîn Ehmed “,ji bo çîgirê serokê xwecihiyê hatin hilbijartin.

Û di dawiya civatê de hemû endaman Spasiya serokê karûbarê encûmenên xwecihî kirin li ser xelatkirina endamên xwecihiya şehîd Nisredîn Birhik li ser berdewamiya kar û xebata wan di encûmenê de.

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.