المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Koma Kulîlkên Orkêş Civîna xwe ya Asayî li darxist …

0 64

Diho roja înê” 2 ” ê ,cotmeha “2020” an, Koma Kulîlkên Orkêş ya huner û filklora kurdî ya bi ser xwecihiya Sihil ve, ya Y,X,C,D,K,R, li ofîsa encûmena xwecihî ya Devera  “Sinceqê” civînek li darxist, û ev yek bi amadebûna berprisa ofîsa çandî M,”Narîn Murad “ya şaxê Qamişlo û berpirsa xwecihiya Sihil û herwiha bi hazirbûna hemû endamên komê .

 

Û civîn hat li darxistin bi hemahigî bi ofîsa çalakiyan re bi serpirştiya M,”Hêvî Delî “berpirsa çalakiyan ya şaxê Qamişlo.

Û herwiha di derbarî vê naveroka vê civînê de M,”Ruda Şakir ” berpirsa ofîsa çalakiyan ya xwecihiya Sihil, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

” diho roja înê civîn hate li darxistin bi beşdarbûna koma kulîlkên Orkêş bi her Sê beşên xwe ( Sitran,Şano,Dîlan), û têde xalên giring hatin gengeşekirin û baş rawestiyan li ser rewşa karê Komê bi giştî û pêşketina wê di demên pêde û nexasim piştî rawestandina çalakiyên komê ji bo demekê derbarî belavbûna nexweşiya koronayê ku li hemû cîhanê hatibû belavkirin” .

Û herwiha “Şakir ”  gotina xwe berdewam kir :

” di derbarî vê civînê de em li ser çawaniya  li darxistina çalakiyan di yekîtiyê de , û di dawiyê de hemû endamên komê nerîn û pêşinyar û pirsên xwe diyarkirin û ev yek ji bo pêşketina karê komê bi awayekî serkeftî”.

Û herwiha tê zanîn Yekîtiya xwendevan û ciwanên Dîmoqiratî kurdistanî-Rojava, rêxistineke Demoqiratiye di sala “2013”, an de, hate damezirandina ji bo xwestek û mafê ciwan û xwendevanan bi dest bixin…

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.