المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo Civîna xwe ya Asayî li darxist..

0 58

Diho roja înê” 2″ ê, cotmeha, “2020” an, encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo, li ofîsa xwe civîna xwe ya asayî li darxist.

, û ev yek bi amadebûna M,”Neşat Zaza “, endamê ofîsa siyasî ya PDK-S , û cîgirê serokê xwecihiyê M,”Nûrelddîn Xaşo” û herwiha bi hazirbûna piraniya endaman.

Û Di destpêkê de M,”Nûrelddîn Xaşo ” bi xêr hatine hemû endaman kir û piştre xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan barzaniyê nemir.

Û di civînê de li ser rewşa rêxistinî û siyasî rawestiyan û xalên giring têde gengeşekirin.

Û herwiha rewşa rêxistinî ya encûmena xwecihiyê û têkiliyên wan bi hemû pêkhateyên encûmenê de derbarî pêşketina karê encûmenê û baş rawestiyan û şîrovekirin .

Û herwiha encûmena xwecihî ofîsa xwe vekirin piştî Sê salan ku ji aliyê PYD ê ve hatibû girtin.

Û ji rexekî dî ve derbarî rewşa siyasî M,”Neşat Zaza ” di civînê de li ser pêşveçûn û bûyerên herî nû yên siyasî li sûriyê bi giştî û rewşa kurdan li Kurdistana sûriyê bi taybetî baş rawestiya û gotûbêj kir.

Û herwiha ji aliyekî dî ve M,”Zaza ” bi firehî anî ziman li ser hevdîtinên têne kirin di navbera aliyên kurdî de encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî  PYNK de li ser yekrêzî û yek helwesta kurdî gengeşekir.

Û herwiha berdewam kir derbarî serdana Cêms Cêvrî ji bo Kurdistana sûriyê û hevdîtinên wî bi herdû aliyên kurdî re ENKS ê û PYNK ê re.

Û di dawiya civatê de hemû endaman pirs û pêşinyarên xwe diyarkirin û ji aliyê M,”Neşat Zaza” ve persiva wan hate kirin.

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.