المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist

0 89

Encûmena xwecihiya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve , îro înê 1/7/2022″an, civîna xwe ya normal li darxist, û ev yek bi amadebûna serokê xwecihiyê û bi hazirbûna piraniya endaman..

 

Di destpêkê de xuleke bê deng ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir hat rawestandin ..

 

Û piştre rapora ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî ji aliyê serokê xwecihiyê ve hate xwendin û şîrovekirin..

Û herwiha di civînê de çendîn mijarên rêxistinî û siyasî li ser hemû astên kurdî li kurdistana Sûriyê hatin gotûbêjkirin ..

Û her di çarçoveya naveroka vê civînê de serokê xwecihiyê M, Mihemed Sedîq” bi giştî behsa babetên giring ji bûyer û pêşhateyên herî dawî yên siyasî li deverê û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê bi awayekî berfireh gengeşekir..

Û beşdaran di civatê de baş rawestiyan li ser rewşa rêxistinî ya xwecihiyê û herwiha rola xwecihiyê û çawaniya pêşketin û aktîvkirina wê de behiskirin..

Û ji rexekî din ve civîn rawestiya ser gefên Tirkiyê derbarê encamdana oprasiyoneke leşkerî nû li Rojavayî kurdistanê ..

Û herwiha di heman civînê beşdaran nerîn û pêşinyarên xwe ser li darxistina kongirê ENKSê bi awayekî berfireh dan xuyakirin..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.