المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Şehîd Nesredîn Birhik ya ENKS ê civîna xwe ya asayî li darxist

0 84

Encûmena xwecihiya Şehîd Nesredîn Birhik a bi ser ENKSê ve , roja pêncşemê 30/06/2022″an, civîna xwe ya normal li darxist, û ev yek bi amadebûna serokê xwecihiyê û bi hazirbûna piraniya endaman pêk hat ..

Di destpêkê de xuleke bê deng ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir hat rawestandin ..

Û piştre rapora ofîsa karûbarên encûmenên xwecihiyan ji aliyê serokê xwecihiyê Birêz” Resûl Omer ” ve hate xwendin û şîrovekirin..

Û herwiha di civînê de çendîn mijarên rêxistinî û siyasî li ser hemû astên kurdî li kurdistana Sûriyê hatin gotûbêjkirin ..

Û herwiha di civînê de bi giştî behsa  bûyer û pêşhateyên herî dawî yên siyasî li deverê û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê bi awayekî berfireh gengeşekir..

 

Û herwiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku M” Şerîf Birhik ” wek serokê encûmena xwecihî û du cîgir hatin hilbijartin….

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.