المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ YA HEYVA 7AN LIDARXIST .

0 126

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja înê 1.7.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de,xwecihî xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan , Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate gengeşekirin .

Di derbarê wê de,civat bi awayekî berfireh li ser rewşa şaxên bi ser xwecihiyê ve rawestiyan.

Û piştre serokê xwecihiyê M.Idrîs Şêx Xelef behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê bi giştî û qada Kurdistanî bi taybet de kir.

Tiştê ku herêm tê re derbas dibe di warê pêşhatên navdewletî û navçeyî û şopandina hemû rewşa Sûriyê û gefa Tirkiyê ya şer û dagîrkirina navçeyên dî ên Kurdistana Sûriya hatin kirin.

Herwiha civatê rewşa ENKSê ji hemû aliyn ve gengeşe kir,bi taybet hevdîtina ENKSê bi cenabê serok Mesûd Barzanî re.

Di dawiyê de,serokatiya Encûmenê spasiya endamên Encûmenê û hesta berpirsyariya wan kir.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.