Bi navê Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve.
Malbata Al Hac Mûsa Sîno ya rêzdar.
Eşîra Saroxan û Kîkan bi giştî.
Birayên rahmetî yên hêja (Mecîd ,Yûsif,Hûsam,Mihemed) û Ebdurihman endamê xwecihiya Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve,û zariyên rahmetî û yên birayên wî bi giştî yên rêzdar.
Bi dilkî xemgîn û dil êş me nûçeya xemgîn bihîst ku Sitûna malbata we û hevalê me ”Hemîd Hac Mûsa Sîno”endamê xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê ve, koça dawî kir.
Wek tê zanîn rahmetî kesayetekî civaknas,Kurdperwer û mafxwazê gelê xwe bû û xwedî rol û bandor bû li herêmê.
Bi vê boneya xemgîn,di destpêkê de, em sersaxiyê ji xwe û tevahiya malbata Al Hac Mûsa Sîno yên hindir û dervî welat û hemû gelê xwe re dixwezin.
Û hêvîdarin ji YEZDANÊ gewre û Mîhrîan wî bi dilovaniya xwe şad bike û bila serê malbatê sax be, û bîhne firebûnê û aramiyê bide wan û cihê wê buhişta rengîn be.
Kurdistana Sûrî.
Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve.
(Encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna)
24/12/2021z