المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li dar xist

0 85

Encûmena xwecihiya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve ,îro roja înê 25ê sibata 2022an, civîna xwe ya normal li darxist bi amadebûna serokatiya karûbarên Encûmenên xwecihiyan M,Muhsin Tahir û M,Nadiya Doko, M,EbdulQadir ,û herwiha bi hazirbûna piraniya endamên xwecihiyê..

Û serokê xwecihiyê M,Mihemed Sedîq di destpêkê de bi xêrhatina wan kir û piştre xuleke bê deng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Û herwiha di çarçoveya vê civînê de babet û mijarên siyasî û rêxistinî gengeşekirin..

Û herwiha di civînê de M,”Muhsin Tahir ” bi awayekî berfireh derbarê bûyer û pêşveçûnên dawî yên girêdayî rewşa siyasî li Sûriyê bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê û herwiha ser danûstandinên di navbera Encûmena niştîmaniya kurd li Sûriyê û partiyên Yekîtiya Niştîmanî de gotûbêjkir ..

Û herwiha di civatê de rewşa herêmên kurdî ” Efrïn, Girê Spî, Serê Kaniyê, yên di bin kontirola Tirkiyê û komên çekdar yên bi ser wê ve û kiryar û binpêkirinên derheqê xelkê de têne kirin behis kir …

Û ji rexekî dî ve M,Muhsin Tahir bi dirêjahî baş rawestiya li ser vejandina hemû helkeftinên meha Adarê û di serî de bîranîna 43 saliya koça dawî ya bavê Neteweyî nemir Mela Mustefa Barzanî..

Û di civînê de M,”Tahir ” Spasiya hemû endaman kir û kar û xebata wan di xwecihiyê de bilind nirxand..

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo..Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.