المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER ENKSÊ VE.

0 84

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja çarşemê 23.2.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de, serokê xwecihiyê bi xêrhatina hemû beşdariyan kir û piştre kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin.

Û civat rawestiya li ser karê,ku encûmena xwecihî di warê çalakî û bûyerên civakî di heyva borî de, pêk anî.Herwiha civat bi dirêjî, li ser vejandina hemû helkeftên meha Avdarê rawestîya, û raporên komîteyên şaxan hatin guhdarkirin û nîqaş hatin kirin.

Herwiha civatê behsa rewşa siyasî li ser dîmenên navdewletî, herêmî û navxweyî û pêşhatên dawî li meydana Sûriyê bi giştî gotûbêj kirin.

Herwiha di civînê de, rewşa herêmê û girtina defakto û kiryarên tirsandinê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat ve hatin gotûbêjkirin.

Di dawiyê de endaman hevxemiya xwe bi hemû siyasetmedar, xebatkarên çapemeniyê û aktîvîstên ku di girtîgehên rêveberiyê de girtî ne û daxwaza berdana hemûyan kirin û hevxemiya xwe bi kanalên ragihandinê yên ku ji aliyê rêveberiya defakto ve, hatine girtin re diyar kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.