المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJAVA YA BI SER ENKSÊ VE .. 

0 89

Encûmena Xwecihî ya Rojavayê Hesekê ya bi ser ENKSê ve, di roja pêncşemê,24.2.2022an de, li navenda encumena xwecihî civîna xwe ya asayî lidarxist.

Civîn  bi xulekek bê deng wek rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzanîyê nemir dest pê kir, û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

Herwiha lîsta karê civînê ji aliyê serokê xwecihiyê ve, birêz Xelef Emînakî ve, hat pesend kirin û tê de çend mijarên rêxistinî û siyasî li ser hemû astên kurdî, sûrî, herêmî û navdewletî hatin gotûbêj kirin.
Û di rewşa rêkxistinî de, serokê encûmenê mijara pabendbûna endaman bi beşdarbûna di civînên encûmenê de nirxand, û tekezî li ser pêwîstiya pabendbûnê kir, û kar li ser wê yekê hat kirin, ji bilî bidawîkirina rêzgirtin ji kesayetiyên niştimanî.

Di heman çarçoveyê de çend mijarên xwecihî hatin gengeşekirin, û nêrîn ji aliyê hemû endamên encûmena xwecihî ve, hate derbirîn, û helkeftên meha Avdarê ji aliyê encumenên xwecihî ya Rojava û Rojhilat ên bi ser ENKSê ve, hatin gotûbêj kirin,çi ji bo amadekirin û hevrêzkirin.

 

Di dawiyê de, serokê encûmena xwecihî birêz Xelef Emînakê spasiya hemû endaman kir, ji ber hebûna wan, bîr û bawermendî û disîplîn û pabendbûna wan bi biryarên Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê.

 


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.