المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li dar xist

0 69

Encûmena xwecihiya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve, îro roja înî” 29″ê Cotmeha 2021an, civîna xwe ya asayî li darxist û ev yek bi beşdarbûna serokê xwecihiyê û herwiha bi hazirbûna piraniya endaman..

 

Û di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan ser canê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Û di civînê de babetên giring yên girêdayî bi rewşa rêxistinî û siyasî de guftûgokirin..

 

Û herwiha serokê xwecihiyê M, “Mihemed Sedîq ” di civatê de bi firehî ser pêşveçûnên herî dawî yên siyasî li Sûriyê û bi taybetî rewşa Kurdan bi giştî li kurdistana Sûriyê gotûbêjkir û herwiha derbarê salvegera dehemîn ya damezrandina ENKSê û beşdarbûna wan di ahengê de anîn ziman…

 

Û ji rexekî dî ve di cvînêde derbarê rewşa rêxistinî ya xwecihiyê û çawaniya ektîvkirina xwecihiyê û li darxistina çalakiyan ve baş rawestiyan…

 

Û her di civînê de li ser rewşa aborî ya zehmet û aloziyên milet têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê gotûbêjkirin. .

 

Û di dawiyê de spasiya hamû endaman hate kirin ser kar û xebata wan di pêşketina xwecihiyê de …

 

Ragihandina ENKS

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.