المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: SILÊMAN OSO SEMÎNAREK SIYASÎ BI RÊ VE BIR.

0 84

Di roja çarşemê 27.10.2021ê de, M. Silêman Oso endamê desteya serokatiya ENKSê û sekreterê Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya û M. Mejdel Delî endamê ofîsa siyasî ya Partiya Yekîtî semînareke siyasî li bajarê Hesekê bi rê ve birin.

 

Semînarê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê dest pê kir û bi vê boneyê Oso dest bi axaftinê kir û behsa geşedanên dawî yên siyasî kir.

 

Her wiha Oso behsa gera şanda encûmenê bi nûneratiya desteya danustandinên Sûriyê û hevpeymaniya opozisyona Sûriyê li NewYorkê û Waşintonê û hevdîtinên wê ligel nûnerên welatên pêwendîdar bi rewşa Sûriyê û serokê Netewên Yekbûyî kir.

 

Herwiha bal kişand ser gera dawî ya Komîteya Destûrî, û asta ku şanda rejîmê pêgirê zihniyeteke zordar e.

 

Herwiha ji aliyê xwe ve M. Mejdel Delî, behsa danûstandinên berdewam yên di navbera ENKSê û PYNKê de kir.

Û ameje bi wê yekê jî kir ku civaka navdewletî û piştevanê Emrîkî tekezî li ser destpêkirina diyalogê kirin û tekezî li ser giringiya kar bo pêkanîna yekrêziya Kurdî ji bo parastina navçeyê kirin

Herwiha semînar bi Mudaxele û pirsên beşdaran, dewlemend bû ya ku Oso û Delê bi dilgermî bersiva wan dan.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.