المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BIRÛSKA SERSAXIYÊ JI ENCÛMENA XWECIHÎ YA DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊ WÊ DERBARÊ KOÇBARKIRINA TÊKOŞER “ŞERÎF ŞÊXÊ”

0 98

Bi navê Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve.

Malbata AL Şêxê ya rêzdar….

 

Bi dilkî xemgîn me nûçeyeke xemgîn bihîst ku têkoşer”Şerîf Şêxê”bavê Kendal li bajarê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûrî, koça dawî kir.

Wek tê zanîn têkoşer kesayetekî civaknas, niştimanî, siyastmedar, kurdperwer bû û stûna malbata Şêxê û ji stûnên kesayetên navdar li bajarê Dirbêsiyê bû.

 

Bi vê boneya xemgîn, em sersaxiyê ji tevahiya malbata Al Şêxê û hemû dost û hevalên wî re dixwezin.

 

Û hêvîdarin ji YEZDANÊ gewre û mîhrîban wî bi dilovaniya xwe şad bike û cihê wî buhişta rengîn be û bila serê malbatê sax be,û bihne firebûnê û aramiyê bide wan.

 

Kurdistana Sûrî.

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve.

(Encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna)

 

31/10/2021

Leave A Reply

Your email address will not be published.