المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo civîna xwe lidarxist ..

0 101

Îro” 14 ê”, mijdara “2019”, Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve, civîna xwe ya asayî li darxist.

Û ev yek bi beşdarbûna endamên xwecihiyê, ku li ser rewşa Rêxistinî û nûçeyên herî dawî û karê ENKS ê hatin nirxanfin , û rawestandin,

piştî di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan berzaniyê nemir,  Piştre raporta cotmehê hate xwendin û şîrovekirin ji aliyê serokê xwecihiyê ve, birêz, “Şemdîn Nebî ”

û ji rexekî dî ve di civînê de,” Nebî ” bi ferehî axifî li ser rewşa kurdan û pêşhateyên dawî li kurdistana sûriyê bi giştî, û herwiha li ser zehmetkêşiya gelê kurd ku di vê qonaxa hestiyar de derbas dibin piştî erîşkirina Tirkiyê û çekdarên wê li bajarên kurdan

weku Serê Kaniyê û Girê Sipî û karên xirab li der heqê wan de hat kirin mîna, wêranbûn û kuştin û koçberkirin , û herwiha ji rexekî dî ve “Nebî ” berdewam kir li ser belavkirina daxuyaniya Emîndariya Giştî ya ENKS ê, derbarî Teqînên bajarê Qamişlo , û têde ew teqîn şermezar kir, Û herwiha axifî li ser civîna di nav bera şanda ENKS ê û QSD ê de, û di dawiya civînê de, M,”Nebî ” tekezî kir li ser rola ENKS ê û alîkariyên wê ji bo koçberên Serê kaniyê, û herwiha endamên Encûmena xwecihî seredana birîndarê teqîna Qamişlo kirin û malbatên Şehîdan .

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo.. Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.