المجلس الوطني الكوردي في سوريا

2 JIN JIYANA XWE JI DEST DAN JI BER DENGÊ BALEFIRAN LI KURDISTANA SÛRIYA ..

0 97

 

Ji destpêka êrîşa Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, bi ser herêma Kurdistana Sûriye,bi hemû çekên giran mîna tang,zirîpoş,balafir û çekên qedexekirî gelek ziyanî giran gihişte xelkên herêma Kurdistana Sûriye.

Herwiha ji ber dengên balafiran jî gelek metersîn ket nava xelkên herêmê û ew tirs gihiş asta ku hin ji xelkên herêmê jiyana xwe jî dest bidin..

Li gorî zaniyariyan û şopandina nûçegehanê me di derbarê vê yekê de, mirovekî bi navê Dilovan Sîno

ji malpera me ya ENKSê re axivî û anî ziman:”Em ji gundê Şora rojava ne gundê me bi ser bajarê Ebûrasên ve ye nêzîkî herêma ku şer lê rûda ye,

Ji ber vê yekê xelkên herêmê pir ketin metersînê bi taybet dema dengê balafiran tê me “.

Herwiha Sîno anî ziman ku di roja 11.10.2019an de, şerekî giran li herêma gundewarê bajarê Til Temir û Ebûrasên rûda bû û xelkên herêmê koçber dibûn,û di wê demê de balafirek li ser ezmanê herêma me dengekî xurt berda xelk hemû tirsiyan û di ancama wê de,hevjina apê min Mihemed Sîno ji tirsa xwîn ji dev û pozê wê hat û zêdeyî hevtiyekê di nexweşxaneyê de ma û di roja 20.10.2019an de, jiyana xwe ji dest da.
Ya navê Edûla Abid Dawid temenê wê 37 saî ye dayika heft zarokan û zaroka wê yî herî piçûk 5 salî ye”.

Herwiha Sîno axaftina xwe berdewam kir: ”  ku ji ber vê yekê apê min Mihemed û zarokên xwe penaber bûn û berên xwe dan herêma Kurdistana başûr” .

Herwiha jinek din jî ji bajarê Ebûrasên bi navê Bedriya ji ber dengê balafiran jiyana xwe jî dest da.

Hêja ye gotinê ku xelkên sivîl li Kurdistana Sûriye bi hemû rengên hovane jiyana xwe jî dest didin û ta niha civaka navdewletî kar û xebata wê bes gotin ê.Hemû hêzên cîhanî êrîşa Turkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve şermezar dikin.Lê kar û xebata wan bes gotin e û parastina berjewendiyên wan in..

Raport;Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.