Home / Civak / Jiyana di nav şer de û aloziyên aborî li Kurdistana Sûriya ..

Jiyana di nav şer de û aloziyên aborî li Kurdistana Sûriya ..

Rewşa aborî ya zehmet êdî bûye sedema serekî ji belengaziya welatiyan li kurdistana sûriyê, û nexasim piştî êrîşkirina Tirkiyê li ser bajarên kurdan , û ji ber vê yekê rêveberiya xweser biryar sitand ji bo baykotkirina kirîn û firotina Kel û pelên ku ji dewleta Tirkiya tê kurdistana sûriyê were rawestandin û ji rexekî dî ve sedema duyam, bilindbûna nirxê Dolarê Emerîkî li hemberî lêreya sûrî,

û ev yek bandoreke neyênî li ser jiyana welatiyan ya rojana dike ji buhabûna nirxê hemû alav û pêdivî û kerestên xwarinê,  Û herwiha ji ber vê yekê li ser şhopandina me di vê mijarê de firoşkarek di nava bazarê de bi navê “Enas ” ji malpera ENKS ê wiha anî ziman û got : Sedemên buhabûna nirxên alav û kerestên xwarinê, ji ber bilind bûna nirxê dolar e, û ev yek bandorek pir mezin kiriya li ser kirîn û firotina pêdiviyên jiyana mirov ya rojane dike, û herwiha berdewam kir ku ev bo cihê nerazîbûna welatiyan de ku gelek welatî xwedan rewşeke aborî hejarin û kêm mûçe ne, û êdî ew bi vî nirxê buha nikarin pêdiviyên pêwist yên malê bi dest bixên”.

Û ji rexekî dî ve ” Xelid ” welatiyekî ji serê kaniyê ye, lê niha nişteciyê bajarê Qamişlo ye, ji malpera me re anî ziman û got : Dema êrîşkirina Tirkiyê li ser bajarên me, me berê xwe de bajarê Qamişlo, û niha jiyan gelek li me zore û em bê Karin û herwiha gelek zehmetkêşiya dibînin ji aliyê debara jiyana xwe ya rojana ji ber buhabûna nirxên xwestek û pêdiviyên pêwist û berdewam kir em ji firoşkaran dixwazin di vê rewşê de alîkarbin bi milat re û herwiha dê vê derbarê de ji rêxistinan em alîkariyê dixwazin, de em bi karibin jiyana xwe bi rengekî baş derbas bikin..

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo.. Hêvî Delî

About Raid Mihemed

Check Also

ENCÛMENA PAKREWAN CIWAN ELQUTNA YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊ WÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST…

di roja çarşemê 28.10.2020an de,encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *