المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Nesreddîn Birhik li Çilaxa Civîna xwe ya Asayî lidarxist ..

0 62

Roja şemiyê 30 ê, Gulana, 2020, Encûmena xwecihî ya pakrewan Nesredîn Birhik ya bi ser ENKS ê ve, civîna xwe ya asayî li darxist , bi beşdarbûna Endamên xwecihiyê.

Di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û piştre di civînê de rewşa rêxistinî û siyasî hat gengeşekirin û herwiha li ser berdewamiya li darxistina civînên şaxan û encûmanên gundan hat tekes kirin.

Û herwiha ji aliyê rewşa siyasî ve endamên xwecihiyê kêfxweşiya xwe ji danûstandinên di navbera ENKS ê û PYD ê de diyarkirin.
Û herwiha hate tekez kirin di civînê de ku ENKS ê hilgirê alaya neteweyî ye, û herdem li gel yekrêziya kurdî û danûstandinana taybetî di vê qonaxa hestiyar de ku yekrêzî tê xwestin da ku rûbirûbûna rêkiriyê û metirsiyê li pêş deverên kurdî were kirin,
û mafên gelê kurd li kurdistana Sûriyê were çespandin.
Û herwiha xwecihî di civînê de ser çîbiçîkirina Yasaya Qeyser û kiryar û encamên wê li ser herêman hat gengeşekirin.

Û herwiha xwecihiyê Nesreddîn Birhik rola serok Mesûd Barzanî û serokê Herêma kurdistanê û serokê Hikûmetê da xuyakirin li ser berdewamiya piştevaniya wan ji bo miletê kurd li kurdistana Sûriyê.

Û herwiha ji rexekî dî ve civîn li ser rewşa aborî jî rawestiya û jiyana rojana ya zehmet ku milet li kurdistana Sûriyê û Sûriyê bi giştî têde derbas diba hat gotûbêj kirin ,  û pêwîstiya danîna sînorekî û kontirolkirina bazirganan ji bazarên deverê re were kirin.

Ragihandina ENKSê .. Çolaxa

Raport : Behzad Murad
Wergêr :  Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.