المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Kornîş û Wista civîna xwe ya Asayî lidarxist ..

0 61

Duho roja yekşemê” 31 ” ê, Gulana, 2020, encûmena xwecihî ya kornîş û wista li nivîsgeha encûmenê li Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist û ev yek bi amadebûna endamên xwecihiyê.

Destpêkê de serokê xwecihiyê M,Isam Ehmed, bi xêrhatina endaman kir û piştre xuleke bê dengî rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û herwiha civat li ser rewşa rêxistinî ya xwecihiyê hat rawestandin û gengeşekirin.

Û herwiha xwecihî li ser pêşhetayên Siyasî li sûriyê bi giştî û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê gotûbêşkirin .

Û herwiha di civînê de Kar û xebata ENKS ê derbarî yekrêziya mala kurd û helwesta kurdî hate diyarkirin.

Û her weha ji rexekî dî ve xwecihî rawestiya ser rewşa dawî li Efrînê û Girê Spî û Serê Kaniyê û gefên Tirkiyê û çekdarên wê û karên xirab ku li Der heqê miletê wê de dikin ji kuştin û revandin û wêranbûn , ev yek bi tundî şermezar kirin.

Ragihandina ENKS ê Qamişlo

Rapor : Ceger Silo
Wergêr : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.