المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena xwecihî ya Rojavayî Qamişlo Civîna xwe ya Asayî Lidarxist ..

0 62

Encûmena xwecihî ya Rojavayî Qamişlo, ya bi ser ENKS ê ve, diho roja Înê “29” ê Gulana “2020”, civîna xwe ya asayî li darxist.

û ev yek bi beşdarbûna Endamên xwecihiyê.
civîn destpêkir bi rawestandina xuleke bê deng li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û herwiha di civînê de rewşa rêxistinî û siyasî axifîn û bi taybetî li ser rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê.

Û piştre xwecihî û her sê şaxên wê li ser rewşa rêxistinî baş rawestiyan û pêşinyar hatin pêşkêşkirin ji aliyê şaxan ew gengeşekirin di derbarî pêşketina xwecihiyê de  .

Û herwiha li ser rewşa aborî jî rawestiya di derbarî belavbûna nexweşiya koronyê.

ji rexekî dî ve xwecihî bi firehî li ser rewşa siyasî jî axifî ku
di derbarî vê yekê de M,”Mihemed Ayo ” serokê xwecihiyê diyarkir ku di civînê de li ser pêşhateyên dawî yên siyasî di herêmên kurdî de hate behis kirin,

û herwiha li ser hevdîtinên di navbera ENKS ê û PYD ê de ji bo yekrêziya mala kurd û helwesta kurdî li kurdistana Sûriyê .

Û herwiha di dawiyê de Ayo spasiya endaman kir li ser Kar û xebat û pabendbûna wan.

Ragihandina ENKS Ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.