المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serok Barzanî Pêşwaziya Balyozê Emerîka kir ..

0 68

Serok “Mesûd Barzanî “îro roja sêşemê 2 ê hezêranê, 2020 an , li Bargeha xwe ya li Selahedîn pêşweziya balyozê Emerîkayê “Matthew Tueller” li Îraqê kir.

Û herwiha di vê hevdîtina di navbera herdû aliyan de ,li ser pêşhetayên rewşa siyasî û hewlên dawî ya pêkanîna Hikûmetê li Iraqê û herwiha peywendiyên Emerîkayê li gel Hikûmeta Îraqê û Herêma kurdistanê anîn ziman.

Û herwiha ji rexekî dî ve di vê hevdîtinê de li ser kiryarên tevgerên rêxistinên terorîst yên Daîşê li herêma Kurdistanê û alozî û kêşeyên navçeyên herêmê derdikevin yên ku li derveyî rêveberiya  kurdistanê hate gotûbêj kirin.

Û di derbarî vê civînê de balyozê Emerîkayê Matthew Tueller daxuyakirin rola Barzanî di çareserkirina kêşeyan û dabînkirina pêkvejiyaneke aştiyane li Herêma kurdistanê de ev yek bi bilind nirxand.

Ragihandina ENKS ê
Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.