المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Kornîş û Wista civîna li dar xist ..

0 70

Duh roja şemiyê” 25″ ê, tîrmeha” 2020″ an, encûmena xwcihî ya Kornîş û Wista li ofîsa encûmena xwcihî li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî li dar xist, û ev yek bi amadebûna piraniya endaman bû .

 

Û Di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir. Û piştre serokê encûmena xwcihî M,”Îdrîs Xelîl “bi xêr hatine endaman kir.

 

Û herwiha di civînê de endaman derbarê rewşa rêxistinî ya encûmena xwcihî bi awayekî taybet gengeşekirin, û piştre raporta ji ofîsa karûbarê encûmenên xwcihiyan hat xwendin.

 

Û herwiha di civatê de endaman bersiva karê xwcihiyê di meha borî de nirxandin û pêşveçûnên ji danûstandinên di navbera encûmena niştîmanî ENKSê û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî Kurdî de bi alîkariya Amerîkayê baş gotûbêjkirin.

 

Û herwiha ji rexekî dî ve di civatê de endamên xwcihiyê rola serok” Mesûd Barzanî” li ser piştevanî û piştgiriya wî ya taybet di serkeftina li hevkirinên tên kirin di navbera encûmena niştîmanî ENKSê û PYNKê û herwiha mafê gelê kurd li Kurdistana Sûriyê danaxuyakirin..

 

Û Di dawiya civatê de biryar hat sitandin li ser li dar xistina rûniştineke diyalogî bi rêveberiya encûmena xwecihî ya Kornîş û Wista li ser awayên ku bikaribin hejmarek mezin ji serbixweyan beşdar bibin di encûmena niştîmanî û biryara siyasî kurdî de bi giştî.

 

 

Ragihandina ENKS ê

Wegerandin :Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.