المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ : MIHEMED ISMA’ÎL SEMÎNAREKE SIYASÎ BI RÊ VE BIR.

0 83

Bi vexwendina Encûmenên xwecihiyên bajarê Hesekê yên bi ser ENKSê ve, danê êvarî di roja înê 24.7.2020an de, Katijmêr 6ê êvarî li hola Bengo ya werzîşê li bajarê Hesekê semînarek siyasî û cemawerî hat li dar xist.

 

Her wiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr her wiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û encûmena aştî ya gelêrî li Hesekê û encûmena êlên Kurdî û bi beşdarbûna cemawerekî pir.

 

 

Di destpêkê de xuleke bêdeng li ser giyanên pakrewanên şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê rawestiyan bi sirûda Ey Reqîb.

 

 

Her wiha piştre, semînar ji aliyê endamê desteya serokatiya ENKSê Mamoste Mihemed Isma’îl ve hat pêşkêşkirin, û li ser rewşa siyasî li sûriya bi giştî û bi taybet li ser rewşa Kurdî – Kurdî li kurdistana Sûriye û bûyerên herî dawî hat sekinandin.

 

 

 

Her wiha li ser danûstandinên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê rawestiya, û xalên yên ku gihiştînê têgihiştinan ji bo yek helwesta Kurdî anî ziman. Ya ku her du alî gihiştin nêrîneke siyasî ye hevbeş di qonaxa yekem de û têde hatiye diyarkirin ku rêkeftina Dihokê 2014an wê bibe bingeha danûsitendinan ji bo gengeşekirina rewşa siyasî, lêşgerî, rêveberî û aborî.

 

 

Her wiha mamoste Mihemed Isma’îl diyarkir ku karê qonaxa duyem wê di van rojên bê de nêzîk destpê bike û tekez kir li ser girîngiya vî karî ji bo yekrêz û yek helwesta Kurdî di vê qonaxa girîng de.

 

Her wiha tekez kir ku ev karê ji bo rêkeftina kurdan ne dijî ti pêkhateyeke di hindirê Sûriye de, çi ji aliyê netewî û olî û ne dijî ti welatên derdora Sûriye ye. Û tekez kir li ser girîngiya têkildariyan bi hemû pêkhatiyên din ji Ereb, Siryan, Tikeman û Ermen…li ser bingeha çanda nermî û jiyana hevbeş li ser bingeha rasteqîna hevbeşî di welat de, li gorî belege û peymanên civaka navdewletî.

 

 

Her wiha mamoste Mihemed Isma’îl diyarkir ku welatê pir netew û olî yek ji kargirekî hêzê ye, ne ji kargirekî lawazbûnê û jihevketinê ye, wek hinek ji nezanî û mereq wan bi ser nîjadperestî ve şirove dikin.

 

 

 

Her wiha di dawiya semînarê de beşdaran pirsiyarkirin û pirsên xwe diyarkirin ji bo rewşa niha û qonaxa bê, û ji aliyê Mamoste Mihemed Isma’îl ve, bersiva wan hate kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Wergerandin :Elî Fetah

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.