المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji Şepêla Pêşeroja Sûriya serdana ofîsa partiya Yekîtî Kurdistanî kir..

0 64

Îro roja yekşemê “26” ê tîrmeha 2020″an, şandek ji rêxistina Kobanê ya şepêla pêşeroja Sûriyê serdana ofîsa Partiya Yekîtî kurdistanî-Sûriya kirin.

 

Û herwiha şanda Şepêla pêşeroja sûriyê ji endamê ofîsa têkiliyên giştî M,”Ela Eldîn Ebas “, û herwiha Berêz “Xelîl Ebas “û “Mihemed Elî” endamên Şepêla pêşerojê pêk di hat ..

 

Û herwiha ev şand ji aliyê endamê komîta navendî ya Partiya yekîtî M,”Ednan Bozan”û endamên partiyê Berêz “Fadiya Şêxî “û Merûf Seîd “,ve hatin pêşwazîkirin .

 

Û di derbarî vê hevdîtinê de her du aliyan li ser pêşveçûnên dawî yên siyasî û rewşa niha li herêmên kurdî de gengeşekirin.

 

Di heman demê de her du aliyan bi firehî rawestiyan li ser danûstandinên tên kirin di navbera encûmena niştîmanî ENKSê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de .

 

Û ji rexekî dî ve di hevdîtinê de her du aliyan li ser rewşa aborî ya herêmê û astengî û zehmetiyên ku gel Jiyana xwe têde derbas dikê anîn ziman..

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Wergerandin:Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.