المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE SERDANA GORA PAKREWAN RODÎ SALIH EMO KIRIN ..

0 109

Bi boneya 4emîn salvegera koçkirina pakrewan “Rodî Salh Emo”şandek ji xwcihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê ve, di roja Sêşemê26.10.2021ê de, serdana gora pakrewan Rodî Emo ,li gundê Qerequyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve li Kurdistana Sûrî kirin.

 

Herwiha şanda xwecihiyê bi serokatiya serokê xwecihiyê M.Umer Emo bû, û şanda xwecihiyê hat pêşwazîkirin ji aliyê malbata pakrewan û di pêşî de bavê pakrewan Rodî Salih Emo.

 

Herwiha cîgirê serokê xwecihiyê M.Elî Fetah, li ser gora pakrewan bi navê xwecihiyê axaftinek kir û di axaftina xwe de, diyar kir ku em wek xwecihiya Dirbêsiyê wek wefedarî ji 4emîn salvegera pakrewan Rodî Emo vedijînin.

 

Herwiha Fetah, di axaftina xwe de, rola pakrewan di qonaxa derbasbû de, dema ku berevanî di ber xaka Kurdistanê dikir bi hevalên xwe re yên di refên Pêşmergên Roj de li himber Heşda Şabî ya bi ser Eyranê ve, berevanî kirin ta ku ew û komek ji lehingên pêşmergan bi hev re pakrewan ketin.

 

Her wiha Fetah got, Pakrewan ew in yên ku sînor û mafên gelê xwe yên rewa li ser nexşeya Cîhanê didin nasîn bi pejirandin û parastin.

 

Û tê de diyar kir ku mîna van pakrewanan em ê tim deyindarê wan bin li hember kar û xebata wan a netewî ya kurdayetî, û mîna van pakrewanan divê lêvegera me bin, ji ber ku ev pekrewanan ne milkê malbatekê, saziyekê û partiyekê ye, ew pakrewanên kurd û kurdistanê ne.

 

Û ji aliyekî din ve, Fetah li ser welatparêziya malbata pakrewan Rodî Emo axivî û tê de diyar kir ku ev malbat cihê berpirsiyariyê ye û gelek ciwanên wan tevlî refên Pêşmergên Roj bûne û qurbanî danîne û siyasetmedarên mezin di nav wan de hene wek va gora têkoşer Isma’îl Umer li ber çavên me ye.

Û di dawiyê de, şandê wêneyê Elfatîha li ser giyanê pakrewan xwendin.

Û piştre malbatê jî spasiya şanda xwecihiyê kir li ser vê serdana wan a bi nirx û wefedarî ji pakrewanan re.

Kurte jiyana pakrewan Rodî Emo..

 

Pakrewan Rodî Salih Emo, ji gundê Qerequyêye yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe yê biçûk dest pê kir û piştre ji bo bi dawîkirina xwendina xwe çû bajarê Dirbêsiyê.

Paşê bû leşkerê artêşa Sûriyê ya neçar, û di destpêka çirûska yan şoreşa Sûriyê de, ji artêşa Sûriyê veqetiya û bi çend hevalên xwe re çû Herêma Kurdistana Iraqê û li wir tevlî refên Pêşmergeyên qehreman yên Roj bûn.

Ji destpêkê ve li cihê ku beşdar bû li dijî derketina rêxistina DA’IŞê ya terorîst şer kir, hêzeke terorîstî ya tarî azad kir, lê rêxistin li hember Pêşmerge û îradeya wan ya bihêz bi serkirdayetiya Serok Masûd Barzanî û jîr û hizra wî de bi ser neket. ji bo şikandina vê rêxistina terorîst a ku hemû navçe heram kir û çirûska wê gihîşt gelek welatên cîhanê

 

 

Pêşmergeyên Roj roleke çalak di nivîsandina destanên qehremanan yên jibîrnekirî de hebû di têkşikandina terorê de, roja 26-10-2017, komek ji Leşgerên Roj di êrişa terorîstên gelanî de li ser herêma Kurdistanê li mihwera Zûmarê, li rojavayê Dicle bi destaneke qehremanî rabûn weke pakrewanên rizgariya Ala Kurdistanê.

 

 

Di nava vê komê de lehengê Pakrewan Rodî Salih Emo û hevalên wî yên qehreman jî hebûn û termê wî yê paqij ber bi gundê Qerequyê yê Kurdistana Sûriyê ve hate veguhestin.

 

Û tevlî karwanê pakrewanên Pêşmergeyên qehreman bûn.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.