المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI TEVGERA ÇAKSAZIYA KURD LI SÛRÎ SERDANA OFÎSA ENCÛMENA XWECIHÎ YA PAKREWAN NISREDÎN BERHIK KIRIN.

0 80

 

Di roja çarşemê 27.10.2021ê de, şandek ji TÇKSê serdana ofîsa Encûmena xwecihî ya pakrewan Nisredîn Berhik ya bi ser ENKSê ve li Çilaxa kirin.

 

Herwiha şand bi nûnertiya M. Welîd Ferman û Feyrûşa Ebdurihman endamên ofîsa cîbicîkar ya tevgerê û hejmarek ji endamên Hevrêziya giştî ya tevgerê.

Û şand ji aliyê serokê encûmena xwecihî Îsma’îl Fetah û hin endamên xwecihiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Ji aliyê xwe ve, birêz Isma’îl Fetah, serokê encûmena xwecihî got: Serdanên bi vî rengî dê têkiliyên di navbera pêkhateyên Encûmena Niştimanî de bihêztir bike, û ew derfetek girîng e ji bo danûstandina nerîn û dîtinan li ser mijarên cûda, çi li ser asta kurdî û asta sûrî. ”

 

Herwiha Ji aliyê xwe ve, M. Welîd Ferman spasiya serokatiyê û endamên encûmena xwecihiya Pakrewan Nisredîn Berhik ji bo pêşwaziya wan a baş kir û got: Encûmena Pakrewan Nisredî Berhik ,ji damezrandina wê heta niha cihê şanaziyê ye ji bo hemû gelê kurd ji bo hewl û têkoşîna wan ji bo serkeftina pirojeya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û doza kurdî li Sûriyê, û encûmen bi helkefta dehemîn salvegera damezrandina Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê pîroz kir.

 

Herwiha M.Feyrûşa Ebdurehman endamê Nivîsgeha Cîbicîkar ya TÇKSê, jî tekezî li ser giringiya karê kolektîf di encûmenê de, aktîvkirina ofîsên encûmenê û dîtina mîkanîzmayên bilindkirina asta çalakî û kargêriya encûmenê weke pirojeyeke netewî kir. ku di deh salan de karîbû bibe dengê kolana kurdî.

 

Herwiha Ebdurihman tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste berdewambûn û serkeftina danûstandinên Kurdî bibe destpêkek bo danûstandinên Sûriyê û diyalog bi hemû pêkhate û aliyên wê re ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li gor biryara 2254an ya Netewên Yekbûyî, û daxwaza azadkirina hemû girtiyên siyasî yên li cem rêveberiya Xweser ya bi ser PYDê ve kir, di nav wan de endamê encûmena xwecihî ya Pakrewan Nisredîn Berhik M.“Ebdulxefar Mihemed” û birêz “Mihemed Salih Şelal.”Û tekezî li ser pêwîstiya parastin û piştgirîkirina Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi hemû rê û rêbazan kir ji bo serkeftina kongireya wê ya çaremîn, ku di nêzîk de wê bê lidarxistin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.