المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XIST Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

0 85

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê ve, li Dirbêsiyê di roja Sêşemê 26.10.2021ê de, civîna xwe ya asayî li dar xist.

 

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .

 

Herwiha serokê xwecihiyê M.Umr Emo, rawestiya li ser rewşa rêxistinî.

 

di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû .

 

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî rawestiya, di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bi pêkanîna wê di nava cemawer de, û tekez kir li ser Pabendîbûn û beşdarbûna civatan, bi taybet beşdarbûna bûyeran.

 

Herwiha xwecihî rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî di derbarê têgihiştinên herî dawî ji danûstendinên Kurdî di navbera ENKSê û PYNKê de.

Û bi awayekî berfireh behsa serdana vê dawiyê ya şandeya ENKSê li gel opozisyona sûrî bo NewYorkê kir, û hevdîtinên ku wan bi nûnerên gelek welatan re kirin, di nav wan de Ewropî, herêmî û Erebî, û hevdîtinên wan bi berpirsiyarên Amerîkiyan re, û civat rawestiya li ser gera şeşan ya Cinêvê ji bo gengeşekirina Destûrê.

 

Herwiha civat bi awayekî berfireh rawestiya li ser liv û tevgera ENKSê bi boneya 10emîn li ser damezirandina ENKSê

 

 

Ji aliyekî din jî civat rawestiya, li ser êrîşkirin û topbarankirinên herî dawîn li ser bajarê Til Temir û Ebû Rasên û gundewarê wan ji aliyê Tirkiya û komê çekdar yên bi ser wê ve.

 

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa aborî, û ewlehîyê bi taybet piştî daketina nirxê lîreya Sûrî li hember nirxê dolarê Emrîkî û estengiyên jiyanê, di derbarê wê de, xwecihiyê bangewazî kir li civaka navdewletî ku pêwîstiya herêmên Kurdî bi alîkariyan heye ji bo derbasbûna rêxistinên xêrxwaziyê li herêmên Kurdî û bi lez alîkariya xelkên herêmê bikin.

 

Herwiha xwecihî rawestiya li ser xwepêşandana, ya ku di roja Îniyê 24.9.2021ê xwepêşandek cemawerî bi rengekî aştiyane li hember biryarên xerab yên rêveberiya PYDê rabûn di bin van dirûşmeyên jêrîn: Na ji girtinê re, azadî ji girtiyan re, na ji bo zêdekirina buhayê sotemeniyê, na ji bo danîna bacê ser welatiyan , na ji bo bilindkirina buhayê nan.

 

Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin, ji aliyê beşdarbûyan ve, hatin gengeşekirin bi awayekî zelalmendî.

 

Di dawiya civînê de, serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her sê mehan sîstema dewriyeya serokatiyê dipejirîne. Birêz Idrîs Şêx Xelef wek serokê encûmena xwecihî li Dirbêsiyê, û M.Elî Fetah û M.Minewer Şemsedîn wek cîgirên wî hatin hilbijartin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.