Home / Breaking news / XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ YA MEHA REŞEMEHÊ LIDARXIST

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ YA MEHA REŞEMEHÊ LIDARXIST

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve, li Dirbêsiyê di Roja Îniyê 25.3.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

 

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .

 

Herwiha serokê xwecihiyê M.Umer Emo rawestiya li ser rewşa rêxistinî.

 

di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû .

 

Û civîn bi awayekî berfireh li ser rewşa rêxistinî rawestiya, di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bi pêkanîna wê di nava cemaweran de, û tekez kir li ser Pabendîbûn û beşdarbûna civatan, bi taybet beşdarbûna bûyeran.

 

Herwiha serokê xwecihiyê,bi boneya Cejna Newrozê,hemû endam pîrozbahî kirin .Û Cejna Newrozê ya li gundê Sêbîrka hatibû vejandin ji aliyê xwecihiya Dirbêsiyê ve bi awayekî serkeftî hat nirxandin.

 

Herwiha xwecihî rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser komîta destûrî û li ser rewşa kurdî -kurdî di derbarê têgihiştinên herî dawî ji danûstendinên Kurdî di navbera ENKSê û PYNKê de.

 

 

Herwiha civat bi awayekî berfireh rawestiya li ser vejandina helkeftên heyva Avdarê.

 

Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin, ji aliyê beşdarbûyan ve, hatin gengeşekirin bi awayekî zelalmendî.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.