المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: SALVEGERA 10EMÎN A KOÇKIRINA PAKREWANÊ ŞOREŞA RÛMET Û AZADIYÊ CIWAN ELQUTNA HAT VEJANDIN .

0 124

Wek tê zanîn îro di roja Îniyê 25.3.2022an de, bîranîna 10emîn li ser şehadeta pakrewanê şoreşa rûmet û azadiyê Ciwan Elqutna re derbas dibe.

10emîn salvegera pakrewan Ciwan Elqutna 25.3.2012 —25.3.2022an ,ji aliyê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve hat vejandin.

Bi boneya 10emîn bîranîna salvegera pakrewan Ciwan Elqutna, Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê

Encûmena pakrewan Ciwan Elqutna

îro di roja Îniyê, 25ê avdara sala 2022an de, rahiştin qevdek gul û Alên Kurdî û berên xwe dan Gundê Til Gidîşê li ser gora pakrewan Ciwan Elqutna,û bîranîna pakrewan vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna endamên xwecihiya Dirbêsiyê û şandek xwecihiya rojava ya Hesekê û hin cemawerê bajarê bajarê Dirbêsiyê û malbata pakrewan Ciwan Elqutna,û kesayetên civakî yên xwedî rol,û nûnerên partiyên kurdî.

Herwiha Serokê xwecihiyê mamoste Umer Emo, axaftinek li ser gora pakrewan pêşkêşkir.Û gotina wî li ser rol û bandora pakrewan û kar û xebata pakrewan Ciwan Elqutna bi awayekî zelalî nirxand.

Herwiha Serokê xwecihiyê di axaftina xwe de, rawestiya li ser hin bûyerên dawî li ser qada Sûrî bi giştî û estengiyên jiyanê li seranserî herêmên Kurdî û di dawî de, spasiya hemû aliyên beşdar kir.

Herwiha mamoste Beşar Emîn endamê ofîsa siyasî ya PDKSê jî axaftinek di derbarê vê boneyê de,pêşkêş kir.Û di axavtina xwe de,spasiya xwecihiya Dirbêsiyê kir li ser wefedariya wan ji bo pakrewanên wan.Herwih Emîn,rawestiya li ser danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de.

Û di dawî de,wênê Elfatîha hat xwendin.

Herwiha Xanim Hemîda Rustim ca Şêro,endama xwecihiya Rojava ya Hesekê ya bi ser ENKSê ve,bi navê malbata pakrewan Ciwan Elqutna, di dawî de,spasiya hemû beşdaran kir li ser beşdarbûna wan.

Û piştre malbata pakrewan Ciwan hemû mêvanên beşdar derbasî mala bavê pakrewan Ciwan kirin û nanekî Kîkanî li ser giyanê wî dan hemû beşdaran.

Yê ku xwînê bide,ji bo azadiya gelê xwe,divê gelê wî jî,jê re wefedar be di hemû serdeman de.

Li gorî zaniyariyan û şopandina nûçegehanê me di derbarê, sedema pakrewanbûna pakrewan Ciwan Elqutna de.

Li gorî agahiyên taybet:Di şeva 25.3.2012an de,li bajarê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûriya,pakrewan Ciwan Elqutna hatibû revandin ji aliyê hêzên rêjîma Sûriya,û bi alîkariya melîsên bi ser wê ve.

Herwiha di wê demê de,xelkên bajarê Dirbêsiyê yên xwediyê rûmetê û baweriya wan bi azadiyê dihat di hawarçûn û gazîbûna pakrewan Ciwan Elqutna de çûn û pakrewan Ednan Rustim yek ji wan kesên hawarçûnê bû.

Herwiha di wê demê de,pakrewan Ednan Rustim berî gişa gihişt cihê ku pakrewan Ciwan Elqutna hatibû revandin û kuştin.

Ji ber ku dema Pakrewan Ednan Rustim xwest nasbike sedema revandina pakrewan Ciwan Elqutna û kuştina wî ji bo çi ye? ji aliyê yên wî revandibûn,lê mixabin kujerên wî di wê demê de, dixwestin gelacîk pir mezin çêkin di navbera xelkên bajarê Dirbêsiyê û tevgera kurdî ya siyasî.

Ji ber vê yekê,aliyên ku pakrewan Ciwan Elqutna revandibûn û kuştin,bi qontaxên çekên xwe yî hovane êrîşî pakrewan Ednan Rustim kirin û lêxistin heta ku marmiştiya(marpişt) wî şkenandin û xwîna wî jî pir herikî.

Herwiha ji wê demê de,pakrewan Ednan Rustim Çiqasî xwe îlac kir bê sûd bû û di nav ciya de ma û roj bi roj tenduristiya wî ket kêmayê.

Lê mixabin di 24.11.2013an de,çû ber dilovaniya XWEDÊ.Û li gundê Şah Mensûr yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve li Kurdistana Sûriya hat binaxkirin.

Hêjaye gotinê ku bi koçkirina pakrewan Ciwan Elqutna, vê malbatê sê pakrewanê azadiyê danîn di şoreşa rûmet û azadiyê de.

-pakrewan Mişel Temo

-pakrewan Ciwan Elqutna

-pakrewan Ednan Rustim

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.