Home / Breaking news / NAVEROKA CIVÎNA ASAYÎ YA XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE.

NAVEROKA CIVÎNA ASAYÎ YA XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE.

Encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve, li bajarê Amûdê di roja Yekşemê 27.3.2022an de, civîna xwe ya asayî li ofîsa xwecihiya Amûdê ya ENKSê lidarxist.

Di destpêkê de kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û li ser lîsta kar rawestiyan.

Herwiha Di civînê de, amadebûyan rewşa siyasî ya giştî li Sûriyê û şerê Rûsyayê li ser Ukraynayê û encamên wê li ser rastiya giştî ya cîhanê û rewşa Sûriyê bi taybetî gotûbêj kirin.

Herwiha di civînê de rewşa navçeyên Kurdî û rewşa dijwar a jiyana gelê Sûriyê û gelê Kurd bi taybet, hate gotûbêjkirin.

Herwih di dema ku amadebûyan pîrozbahiyên meha avdarê ya îsal nirxandin û hewlên berpirsan bi taybet piştî ku ti pirsgirêk derneketin bilind nirxand.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.