المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA ASAYÎ YA ŞAXÊN BI SER WÊ VE LIDARXIST..

0 73

 

Di roja Şemiyê 19.6.2021ê de, encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî ya şaxên bi ser wê ve li dar xist.

 

Di derbarê naveroka civatê de, endamê xwecihiyê û nûçegihanê malpera ragihandina ENKSê, M.ELÎ Fetah, ji me re ragihand û anî ziman:

 

“Îro di roja şemiyê 19ê pûşberê de, me wek xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê civîna asayî ya şaxên bi ser wê ve li dar xist û me mijarên giring bi hev re gengeşekirin.

Herwiha rewşa rêxistinî hat gengeşekirin û tekezî li ser firebûna şaxê bajar û gundan hat kirin .

 

Û di derbarê wê de, me wek xwecihiyê spasiya hemû endamên beşdar kir li ser berdewamiya wan li ser kar û xebata piroja netewî ya ku ENKSê xwediyê wê li Kurdistana Sûrî”.

 

Herwiha Fetah got jî:

 

“Civat rawestiya li ser hemû bûyerên siyasî yên nû li ser qada Sûriya bi giştî û li ser qada Kurdistana sûrî bi taybet.

 

Û civat bi awayekî berfireh rawestiya li ser danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de û di derbarê wê de, tekezî li ser giringiya berdewamiya van danûsitendinan û serkeftina wê hat kirin û li ser amede kirina ENKSê jî ku dîsa danûsitendin dest pê bike bi dabînkirina Emrîkan û fermandarê HSDê hat xuyakirin”.

 

Herwiha ji aliyekî dî jî, civat rawestiya li ser hevdîtinên şanderê Emrîkî bi destaya serokatiya ENKSê re, û hevdîtina Emrîkiyan bi serkirdeyên herêma Kurdistana başûr re .

Û ji aliyekî din jî civat rawestiya li ser liv û tevgera Eniya Aştî û Azadî jî”.

 

Herwiha Fetah got jî:

 

“Civat rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdî (Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî) yên di bin kontirola Tirkiya û komên Çekdar de yên bi ser wê ve, û binpêkirinên di derheqê xelkên resen ve rûdide ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve wekî (kuştin, revandin, talankirin, şewitandin û koçberkirin …hwd).

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa aborî û estengiyên jiyanê di vê qonaxa hestiyar de, ya ku gelê me têde derbas dibe, bihabûna nirxê dolarê Emrîkî li beramberî lîreya Sûrî û bilindbûna nirxê hemû cûreyên pêdiviyên jiyanê”.

 

Her wiha, hemû mijarên giring ,ji aliyê hemû endamên beşdar hatin şirove û gengeşekirin bi awayekî zelalmendî.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.