المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PDK-Sê pîrozbahiya PGK-S kir bi serdana wan..

0 69

Şandek ji serkirdeyên PDK-S ê ,duh roja pêncşemê “17”ê, pûşberê, serdana nivîsgeha Partiya Gel ya Kurdistanî- Sûriya li bajarê Qamişlo kirin, bi boneya pêşkêşkirina pîrozbahiya ragihandina Yekîtî di navbera her du partiyan de P.Y.D.K-S û partiya P.Y.K.A ..

 

Şanda PDK-SÊ ji M,”Mihemed Ismaîl “,M,”Neşat Zaza”, M,”Lazgîn Fexrî”, endamên nivîsgeha siyasî Û endamên nivîsgeha navendî M,”Hesen Remzî”M,”Nafih EbdEllah, “M,”Ebdelrehman Ebtan” pêk dihat..

 

Û herwiha di derbarî vê serdanê de şanda PDK-SÊ kêfxweşiya xwe diyarkir û pîrozbahiyeke germ pêşkêşkirin derbarî ragihandina Yekîtî di navbera her du partiyan de di bin navê “Partiya Gel ya Kurdistanî -Sûriya PGK-S, û hêviya serkeftin di kar û xebata we de anîn ziman.

 

Û herwiha tê zanîn ku di “14”ê, vê mehê de, di civateke berfireh de ku li bajarê Qamişlo hat lidarxistin û têde her du partî beşdarbûn “Partiya Yekîtiya Demokrata kurd li Sûriya û Partiya Yekîtiya Kurdistanî ya Azad “, ji bo pêkanîn û ragihandina Yekîtiya tevlîbûnê di navbera wan de di bin navê ( PARTIYA GEL YA KURDISTANÎ-SÛRIYA) ,û herwiha têde M,Ebdulsemed Xelef Biro ” wek sekreterê komîta navendî vê ya partiyê hat hilbijartin, û M,”Hejar Elî ” wek cîgirê sekreter hat hilbijartin.

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.