المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: BIRÎNA ELEKTRÎKÊ YA XETA XIRBET ÎD BERDEWAM E Û GELEK CARAN DÛBARE DIBE.

0 114

Wek tê zanîn, elektirîk li ser herêmên Kurdistana Sûrî hatiye birîn, bi taybet piştî ku ava Çemê Feratê ji aliyê Tirkiya ve hatiye qutkirin.

 

Ji ber vê yekê ,elektirîk anha ji aliyê herêma Şedadê tê bajarê Hesekê û hin deverên bi ser wê ve.

Lê ew elektirîk ji her du rojan ji demjimêrekê ta sê demjimêran tê, lê ev çar roj bûye li ser xeta Xirbet Îd hatiye birîn, ji ber vê yekê nişteçiyên gundên bi ser Xeta Xirbet Îd ve, hewar dikin û pir zahmetiyê dibînin ji bo kirîza avê û qutkirina elektrîkê.

Û hin ji gundên başûrî bajarê Dirbêsiyê di navbera du saziyên eletrîkê de wenda dibin û pirê caran bê elektrîk dimînin, ji ber ku pîştî kirîza Sûrî herêmên Kurdistana Sûrî bi awayekî çewt û xirab ji aliyên saziyên xizmetkariyê (yên rêjîma Sûrî, û Rêvebirîya PYD’ê) ku tên birêvebirin.

 

Herwiha li gorî çavkaniyên taybet du xetên elektirîkê hene li ser navê du gundan: ( yek gundê Til Bêder wek bajarokekî tê nasîn û xeta duyem gundê Xirbet Îd) ya ku bi dehan ji gundên Kurdan elektrîka wan li ser e. Û elektrîka van her du xetan ji navenda elektrîkê ya bajarê Hesekê ye.

 

Li gorî şopandina nûçegihanê me di derbarê vê mijarê de, bi taybet dema elektirîk li ser xeta gundê Xirbet îd tê birîn ji ber rûxandinekê ango pirsgirêkekê ; elektrîk bi awayekî zû nayê çareserkirin, ji ber ku rêveberiya saziya elektrîkê ya bajarê Hesekê û Dirbêsiyê xwe nabîn in berpirsiyarê wê, loma demeke dirêj nêzî heftiyekê dixwe ta tê çareserkirin.

Û ji aliyekî din jî, elektirîka xeta Til Bêder bi du qata zêdetir e ji eletrîka xeta gundê Xirbet Îd.

 

Di derbarê vê yekê de, mirovekî bi navê bavê Mihemed, ji gundên ku elektirîk li ser wan hatiye birîn bi awayekî zelal ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman û got:

 

“Bi rastî di heyvê de pir caran pirsgirêka elektrîkê çêdibe û her carekê jî zêdeyî çar rojan birîna elektirîkê dûm dike, û em bê av dimînin, ji ber ku bîrên herêma me yên ava vexwarinê li ser elektirîkê ne û bi taybet ku em di werzê Havînê de ne, em pir zehmetiyê dibînin ji ber ku xelkên vê herêmê ajalan (lawir, sewal) jî xwedî dikin û pêwistiya wan pir bi avê heye ku “bê av jiyan nabe” “.

Di dawiya axaftina xwe de, bavê Mihemed anî ziman û got:

 

“Em bi hêvî ne ku dengê me bighê cihên berpirsiyar ta bi awayekî lez pirsgirêka me ya elektirîkê çareser bikin û birîna elektirîkê bi roja dûm neke û spasiya nûçegehanê ENKSê kir li ser kar û xebata wan a bi nirx”.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.