المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA ASAYÎ YA ŞAXÊN BI SER WÊ VE LI DARXIST..

0 145

Îro di roja Yekşemê 15.11.2020an de,encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,civîna ya asayî ya şaxên bi ser wê ve li darxist.

Herwiha di destpêkê de,xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên  Kurd û Kurdistan Û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Herwiha piştre serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef bi xêr hatina hemû endaman kir û rewşa rêxistinî gengeşe kir û tekezî li ser firebûna şaxê bajar û gundan kir.

Herwiha cîgerê serokê xwecihiyê mamoste Eşref Elmele tekezî kir li ser pêwendiya hemû endaman li ser beşdarbûna civatan.

Herwiha serokê xwecihiyê, mamoste Idrîs Şêx Xelef,rewşa siyasî şirovekir,

bi taybet li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de bi awayekî berfire rawestiyan,ya di bin çavdêriya Emrîka de  û bi piştgirtiya serok Masûd Barzanî .

Herwiha civat rawestiya li ser hevdîtina destaya serokatiya ENKSê bi serokatiya herêma Kurdistana başûr.

Herwiha cîgerê xwecihiyê mamoste Eşref Elmele rawestiyan li ser hevdîtinên Eniya Aştî û Azadî bi qunsiliya Ferensa re û bi  nûnerên Emrîkan re li Istenbolê .

Herwiha di dawiya civatê de,bû bi awayekî pirs û bersiv ji aliyê hemû endaman de,di derbarê kar û xebata xwecihiyê de.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.